Têgeha Paqijiyê

Bi sivikkirina astengiyên têkiliyê û destpêkirina karûbarên birêkûpêk yên li navendên lênihêrînê- KITA´yan û dibistanan, piştgiriya ziman “Ziman bi hev re girê dide” ji nû ve gengaz e.

Bi wê re pêwîs e rêzikên paqijiyê yên jêrîn werin berçavgirtin:

  • Berî her randivuuya pisstgiriyê, nîşanên gengaz yên nexweşiyê yên 14 rojên paşîn (yên xwe an yên di malbata pisstgiriyê de) zelal bikin:
    • Agir? Kuxîn? Zekem? Bêhintengî? Êşên bedenê?
    • û / an tam û behn kirin xirap bûye?
    • û / an di hawîrdora weya taybet de ji 2 kesan zêdetir bi nexweşiya nefesê hene?
  • Di hebûna nîşanên nexweşiyê de çê nabe ku piştgiriya kesane pêk were.
  • Têkiliya bedenî tune (wekî mînak; hembêz kirin ji bo silav kirinê) û tu tişt nayê xwarin.
  • Dûrahiya herî kêm 1.5 m biparêzin
  • Berê û piştî piştgiriyê destên xwe baş bişon (zarok û şopger-Scout)
  • Piştgirîkina li derve çêtir e. Ger piştgirî li jûrêkê pêk were, pêwîst e parastina dev û poz were bikar anîn. Piştgiriyê herî zêde 1 saet dom dike. Pêwîst e ku hewayê cîh berî destpêkirinê, 30 hûrdeman û piştî dawî lê hatinê 10 hûrdeman bi tevahî were guhertin û heke gengaz be, divê pencere vekirî bimînin.
  • Di qirika milê xwe de bipijmin û bikuxin û destên xwe nexin ser rûyê xwe

Pêwîst e şopger pêkve bi dêbav û mamoste re biryar bide gelo piştgirî di bin rêzikên paqijiyê yên li jor hatin gotin, gengaz e an na. seredaneke din ya hevbeş li ba malbatê ji bo danûstendinê di derbarê rêzikên paqijiyê û şert û mercan de pêwîst e were hesibandin.

Ger pirsên we an xalên nediyar hene, ji kerema xwe bi mamoste re têkilî daynin û dûv re li ser bigeha pêşniyarên gelemper, wekî mînak, yên rêveberiyên dibistanê biryar bistînin.

Ger hûn li şîreta bijîşkî digerin, ji kerema xwe bi nivîsgeha projeya “Ziman bi hev re girê dide” têkiliyê daynin. Em dê bi kêfxweşiyê têkilî çê bikin.

Hema ku şopger an malbat pirsgirêkên tenduristiyê hebin, mînak; ji ber ku di mala wî de kesek dixwaze kesek ku ji koma rîskê ye, biparêze, hingê pêwîst e biryarek kesane li ser wê bingehê were girtin.