Sprach­förderung für Ihr Kind

 

Ji bo zarokê we pêşvebirina ziman

Dayik û bavên hêja,

Ji bo ku mirov bikare him di dibistanê de him jî di jîyana pîşeyî de bi ser keve hînbûna zimanê almanî girîng e. Em alîkarîya zarokên malbatên koçber dikin da ku zimanî almanî hîn bin. Li vir ya giring ew e ku zarokên ku em pê eleqedar dibin divê ji hêla malbatên wan ve jî bi lîstikan werin piştgirîkirin.

Piranîya hînkerên me yên ziman ew kes in ku xwendekarên zanîngehê ne, ji hêla pîşeyê ve hatine perwerdekirin an jî ji bo salekê li ser têkilîya civakî tev li kursê bûne.

Her yek ji wan hefteyê carekê an jî du caran ji bo saetekê diçin serdana wan zarokên ku emrê wan di navbera 4 û 10 salî de ne. Ew malzemeyên ku li gor emrê wan in, bi xwe re tînin. Hînbûna zimanê almanî bi tevî lîstikan pêk tê û gelek dilxweşker e.

Xwendekarên ku wekî hînkerên ziman dixebitin ji bo saetekê 10 Euro distînin. Hînkerên ziman ku di zanîngehê de dixwînin, tev li perwerdehîyên pîşeyî dibin bi awayekî dilxwaz tev li çalakîyên civakî û hwd. dibin ji bo saetekê 12 Euro distînin. Wekî dê û bav sûdewarîya we ev e: Hûn tenê 4 Euro didin. Klubên Rotary jî heqê mayîn dide. Perwerdehîya ziman li ser daxwazê di dema daxwazkirî de dikare were bidawîanîn. Ji bo pirs û ramanên malbat û hînkerên ziman rayedarek heye ku her tim hûn dikarin bi hêsanî xwe bigihînin.

Ma hûn dixwazin ku zarokê we beşdarî danasînê bibe?
Dûv re zarokê xwe li vir tomar bikin. Em ê di zûtirîn dem de bi we re têkilî daynin.